Artêşa Îsraîlê bîlançoya êriş û operasyonên xwe yên 2025'an eşkere kir

Artêşa Îsraîlê têkildarî operasyonên xwe yên leşkerî yên sala 2025'an bîlançoyeke berfireh weşand.

Berdevkê artêşê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyeke dirêj da û anî ziman ku Îsraîlê "Serweriya xwe ya operasyonî" li Xeze, Lubnan, Sûriye, Şerîa Rojava, Îran û Yemenê dewam kir.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Îsraîlê di nava salê de li herêmên cuda êriş bir ser 20 hezar û 900 hedefî û derdora 430 operasyonên leşkerî kir.

ÊRIŞ LI 950 HEDEFÊN HÎZBÛLLAHÊ HATE KIRIN

Hate îdîakirin ku li Lubnanê di operasyonên li dijî Hîzbûllahê de êriş li 950 hedefên leşkerî hatiye kirin û nêzî 380 kes hatin kuştin. Hate gotin, depoyên çekan, amûrên avêtina fuzeyan, avahiyên leşkerî û devê tunelan ji van hedefan bûn. Artêşa Îsraîlê her wiha Hîzbûllah sûcdar kir ku hezar û 920 carî agirbest binpê kiriye.

BÎLANÇOYA LI ŞERÎDA XEZEYÊ

Hate îdîakirin ku li Şerîda Xezeyê jî di nava salê de ji Fîlîstîniyan 4 fermandarên tûgayê, 14 fermandarên tabûrê û 53 fermandarên yekîneyên hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hate ragihandi ku êriş li 19 hezar û 530 hedefan hate kirin.

LI ŞERÎ AROJAVA 230 KES HATIN KUŞTIN

Her wiha hate îdîakirin ku li Şerîa Rojava hêzên Îsraîlê 230 kes kuştin, 7 hezar û 400 kes jî binçav kirin ku nêzî hezar û 190 ji wan 'endamên Hamasê' bûn.

LI ÎRANÊ ÊRIŞ LI 1500 HEDEFÎ HATE KIRIN

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku li Îranê êriş biriye ser hezar û 500 hedefî, 30 rayedarên payebilind ên leşkerî û 11 zanyarên nukleerî hatin kuştin.

20 ÊRIŞÊN LI DIJÎ HÛSIYAN

Li eniya Yemenê jî 20 êrişên leşkerî li hemberî Hûsiyan hate kirin. Hate ragihandin ku di encamê de 13 fermandarên Hûsî hatin kuştin.

CIH JI KUŞTINA SIVÎLAN RE NEHATE DAYIN

Di daxuyaniyê de têkildarî hejmara sivîlên hatin kuştin agahî nehate dayin.